Erbil 38°C Thursday 19 Jun 07:46

Li Îraqê du bombeyên vedayî hatin pûç kirin

bombeyên vedayî beriya ku bi karwanê re werin teqandin hatine pûçkirin.
کوردستان TV
100%

Dixwestin bi karwana hêzên hevpeymanan re biteqînin.

Çapemeniya Îraqê belav kiriye ku îro li bajarê Musena ya Îraqê hin alî xwestine bi rêya du bombeyên vedayî êrîşî ser karwaneke veguhastina pêdiviyên locistîkî ya hevpeymaniya cîhanî bikin.

Li gor çapemeniya Îraqê, hêzên ewlekarî bi bombeyan hesiyane û beriya ku bombeyên han bi karwana leşkerî re werin teqandin, hatin pûçkirin.

Weke tê zanîn duhê jî bombeyeke din bi karwaneke din ya hêzên hevpeymanan li Zîqarê teqiya bû.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.