Balefirên Îraqê li Mûsil û Selahedînê êrîşî ser terorîstan kirine.
Li gor daxuyaniya komîteya ewlekarî ya ser bi Fermandariya operasiyonên hevbeş yên artêşa Îraqê, îro danê sibê balefirên şer yên Îraqê êrîşî ser cîh û pêgehên terorîstên DIŞIê kirine.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku li her du parêzgehên Selahedîn û Mûsilê balefirên şer êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirine û çend pêgehên terorîstan ji nav birine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin