Rafîne li bajarê Hesekê tê çêkirin.
Li gor zaniyariyên ku ji çavkaniyên herêmî dest ketine, Amerîka biryar daye daku di çarçoveya hevkariyên xwe yên bo Rojavayê Kurdistanê de, rafîneyeke mezin çê bike.
Ev rafîneya petrolê vê li bajarê Hesekê were çê kirin û rojane dikare 3 hezar bermîl petrolê rafîne bike.
Ev rafîne li kêlgehên petrolê yên Rimêlanê ya li navçeya Mabade ya li Bakûrê Rojhilatê Hesekê tê çê kirin.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku vê di demên pêş de Amerîka çend rafîneyên din ava bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin