Erbil 38°C Wednesday 12 Nov 15:16

Tirkiye berdewame li ser topbaran kirinê

zirarên mezin yên madî çê bûne.
کوردستان TV
100%

15 gundên rojavayê topbaran kiriye.

Li gor daxuyaniya navenda çapemeniya hêzên Sûriyeya demokratîk, duhê bi şev artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê bi tundî gundên Kobanê, Eyn Îsa û Girsê Spî topbaran kirine.

Navendê diyar kiriye ku artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst 15 gund li wan deveran bi tundî topbaran kirine.

Hate zanîn ku zirarên canî yên topbaranê nebûne lê zirarên mezin yên madî çê bûne.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de Tirkiye Kobanê bordiman kiribû û 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û 13 kes jî birîndar bibûn ku piraniya wan jî zarok bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.