Erbil 38°C Wednesday 12 Nov 15:15

civata wezîran daxuyaniyek weşand

bi Serokatiya Serokwezîr civiyaye û çend biryarên nû daye.
کوردستان TV
100%

îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro çarşem 12ê Çiraya paşê ya 2022an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, weke yekem mijar wezîrê pêşmerge Şoreş Îsamîl û wezîrê navxwe Rêber Ehmed raportek derbarê pêngavên dawî yên hemahengî û hevkariya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî derbarê ava kirina hêzeke hevbeş û dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge û plana hevpar ya rûbirû bûna êrîşên terorîstên DIŞIê de, pêşkêş kirin.

Wezîrê pêşmerge behsa pêşdeçûnên heyî yên derbarê pêngavên veguhastina hêzên piştîvanî û yekeyên din yên hêzên pêşmerge bo ser wezareta pêşmerge kir.

Civata wezîran rixmî destxweş kirin ji her du wezaretan, tekez li ser dom kirina pere pêdana zêdetir ya hemahengiya li gel hikûmeta federalî û bihêztir kirina refên hêzên pêşmerge û berdewamiya yekxistina tevahiya yekeyên hêzên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de kir.

Di berdewamiya civînê de wezîrê tendirostî Dr, Saman Berzencî û wezîrê navxwe behsa amadekariyên wezaretên têkildar yên bo rûbirû bûna Koronayê bi taybetî piştî derketina cureya nû ya Koronayê yaku bi Omîcronê tê nasîn li Dihukê kir. Civata wezîran jî biryarên civîna dawî yên komîteya rûbirû bûna Koronayê pejrand û tekez li ser girîngîdan bi prosesa vaksîna kirina xelkê di dema diyar kirî de kir û balkêşande ser girîngiya girêdana maskeyan ji aliyê welatiyan ve bi taybetî li cîhên grseyî û xizmetgozarî bo parastina tendirostiya giştî û pêşî girtin ji zêdebûna Koronayê.

Di beşeke din ya civînê de Serokê komîteya çavdêriya darayî Xalid Çavşilî raportek derbarê pêşdeçûnên heyî û encamên xebatên tîma hevbeş ya her du dîwanên çavdêriya darayî ya hikûmeta federalî û herêma Kurdistanê ya derbarê cîhbicîh kirina pêbendiyên her du aliyan li gor proje qanûna federalî ya sala 2021an pêşkêş kir. Civata wezîran jî rixmî destxweşî kirin ji hewlên dîwana çavdêriya darayî, wezîrên têkildar jî pîwerdar kir hemahengî û hevkariya xwe ya li gel hevpîşeyên xwe yên federalî zêdetir û bihêztir bikin û daxwaz ji wan hate kirin daku, di giştandina wezareta darayî de bo amade kirina mêzana wenêrîna seraserî ya tevahiya yekeyên jimêriyarî yên hikûmeta herêma Kurdistanê bo sala 2021an di dema diyar kirî de lezê bikin bo ku, ev yek radestî tîma hevbeş ya herêmê û hikûmeta federalî were kirin, lazime di giştandina han de bi awayeke şefaf û vekirî dahat û xirciyên herêma Kurdistanê hatibin diyarkirin û lazime tevahiya wezaretên têkildar di vê warî der erkên xwe bicîh bînin û hevkarî û hemahengiyeke baş li gel dîwana çavdêriya darayî de bikin.

Di heman demê de civata wezîran wezaretên darayî û abûrî pîwerdar kir bi hemahengî li gel dîwana çavdêriya herêmê wenêrînê bo zagon û şîretên pisûle û belgenameyên din yên kar pêkirî di warê darayî û jimêryariya giştî de bikin û wan nûjen bikin li gor pîwerên hevçerx yên taybet bi warên han daku hevseng be li gel sîstema darayî ya karpêkirî li hikûmeta federalî, bêgoman lezime ev yek jî bi liberçav girtina desthilatên destûrî were amadekirin.

Herwiha lazime prosesa karûbarên darayî jî bi awayeke hevçerx were nûjenkirin ku dûr be ji rûtîn û çarçûr kirina dem û karînan û weke pêngavek jî bo pêşde birina şefafiyetê di warê darayî de lazime fêde ji teknolojî bo cîhbicîh kirina karûbarên darayî were wergirtin û xwe dûrî rêbazên kilasîkî yên karpêkirî bidûr were girtin.

Di berdewamiya civînê de wezareta elektirîkê jî pêşniyara xwe ya bo dirêj kirina kar kirin bi biryara civata wezîran ya 117 ya 27ê Cotmeha 2021an ya derbarê dabeş kirina rêjeya ji sedî 15ê qerên elektirîkê û cezayên paş xistin û serpêçiyên di warê elektirîkê de bo tevahiya hevbeşên tora nîştimanî ya elektirîkê li herêma Kurdistanê di tevahiya sekter û waran de. Ev pêşniyar ji aliyê wezîrê elektirîkê Kemal Mihemed Salih ve hatibû pêşkêşkirin.

Civata wezîran jî ev pêşniyara han pejrand û qebûl kir daku  rêjeya kêm kirinê bi qasî sedî 15 heta dawiya meha Ciraya paşê ya 2022an berdewam be.

Pişt re civata wezîran pêşniyara wezîrê Şarewanî û torîzmê Sasan Ewnî ya bo cîhbicîh kirina biryara civata wezîran ya taybet bi jê xweşbûna sedî 15 ya hevbeşên xizmetgozariyên avê li herêma Kurdistanê pêşkêş kir, bi mercek ku tevahiya qerên komkirî yên berê bidin, ev biryara han jî heta dawiya meha sibata îsal vê di meriyetê debe.

Civata wezîran herwiha tevahiya wezaretan pîwerdar kir daku bo civîna pêş, pêşniyarên xwe amade bikin derbarê wan karasaniyên ku di warê qanûnî de mirov dikare pêşkêş bike bo handan û asankarî bo welatiyan bo dayîna pêbendiyên xwe yên darayî ku li hember hikûmetê li ser milên wan dene.

Di dawiya civînê de civata wezîran pêşniyara civata bilind ya jinan jî bo guhertina navê bo civata bilind ya jinan û geşe pêdanê pejrand.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.