Jiber pêla nû ya Koronayê ew biryar hatine dayîn.
Komîteya zanîstî ya rûbirû bûna Koronayê li Îraqê ragihand ku welat ketiye bin metirsiya pêleke nû ya Koronayê ku bi cureya Omîcronê tê nasîn.
Komîteya rûbirûbûna Koronayê eşkere kiriye ku bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Omicronê û parastina selametiya giştî, biryar hatiye dayîn daku dewama fermangehên hikûmetê bo nîv dewamê were kêmkirin.
Herwiha daxwaz ji welatiyan hatiye kirin, serdana cîhên giştî nekin, mask girê bidin û heta ji wan tê gelek hatûçûya cihên giştî nekin.
Komîteyê herwiha eşkere kiriye ku lazime tevahiya welatiyan xwe vaksîne bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin