Erbil 38°C Wednesday 12 Nov 15:16

Almanya biryarek derbarê leşkerên xwe de der kir

500 leşkerên Almanî li Kurdistanê de hene.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Sûriyeyê erkê me bi dawî hatiye.

Her du wezaretên derve û berevanî yên Almanyayê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û ragihandine ku dema erk û pîwerdariya leşkerên Almanî li Sûriyeyê bi dawî hatiye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku erk û pîwerdariya leşkerên Almanî li Îraq û Kurdistanê bo saleke din hatiye dirêjkirin û ew 500 leşkerên Almanî ku li Kurdistanê de hatine bicîhkirin berdewam dibin li ser erkên xwe.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistan û Îraqê di şerê dijî terorê de.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.