Erbil 38°C Thursday 19 Jun 20:21

Îranî gorçikên xwe li Îraqê difiroşin

li Îraqê gorçikên xwe bi zêdetir ji 100 miliyonan difiroşin.
کوردستان TV
100%

Dibêjin li Îraqê pereyên zêdetir dike.

Serokê komîteya piştîvanî kirin ji nexweşên gorçikan ya li Îlamê Husên Beklerî ragihandiye ku niha hijmareke zêde ji welatiyên Îranê bo firotina gorçikên xwe berê xwe didin Îraqê.

Beklerî eşkere kiriye welatiyên ku diçin Îraqê û gorçikên xwe difiroşin, welatiyên hejarin û li Îranê buhayê gorçikan nêzî 80 miliyon tomane lê li Îraqê her gorçikek bi zêdetir ji 130 miliyonan tê firotin.

Nav hatî eşkere kiriye ku welatiyên Îranî jiber giranî û buha bûna emeliyatên gorçikan, berê xwe didin Îraqê û li Îraqê emeliyatan bi erzan dikin û gorçikên xwe ji bi buhayeke zêdetir difiroşin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.