Amerîka dest bi perwerde kirina hêzên Ukraynî kiriye

beriha niha Amerîka soza pirçek kirina artêşa Ukraynayê jî dabû.
کوردستان TV
100%

CIA hêzên antî terorê  yên Ukraynî perwerde dike.

Li gor nûçeyeke malpera Yahoonews, qirîza navbera Rûsye û welatên Rojavayî bi taybetî Amerîka li ser Ukraynayê berdewame.

Amerîka dest bi amadekirina hêzên Ukraynî kiriye bo rûbirû bûna artêşa Rûsyeyê ku eger êrîşî ser Ukraynayê bike.

Çavkaniyê diyar kiriye ku ev demêke dezgeha îstîxbaratî ya Amerîkayê dest bi perwerde kirina hêzên antî terorê yên Ukraynayê kiriye.

Weke tê zanîn di çarçoveya heman qirîzê de hefteya derbasbûyî Amerîka biryar dabû daku bi qasî 200 miliyon dolaran çek û cebelxaneyan jî bide artêşa Ukraynayê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.