Erbil 38°C Wednesday 12 Nov 13:03

Li Îranê 17 girtiyên Kurd canê xwe ji dest dane

hijmara herî zêde li girtîgeha Urmiyeyê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Jiber eşkence kirinê di nava girtîgehan de canê xwe ji dest dane.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, sala derbabsûyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 17 girtiyên Kurd di nava girtîgehên Îranê de canê xwe ji dest dane.

Hengawê belav kiriye ku tevahiya wan girtiyan jiber eşkence kirinê canê xwe ji dest dane û piraniya kesên ku di encama eşkence kirinê de canê xwe ji dest dane girtiyên siyasî ne.

Herwiha hijmara herî zêde ya kesên ku di encama eşkenceyê de canê xwe ji dest dane, li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatiye tomarkirin ku 10 kese.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.