Alozî ketine navbera pkk û artêşa Îraqê.
Fermandarekî hêzên pêşmerge yên li Şingalê bi navê Qasim Şeşo ragihand ku alozî ketine navbera hêzên ser bi pkk yên li Şingalê û artêşa Îraqê.
Qasim Şeşo eşkere kiriye ku ev sê roje artêşa Îraqê hêzeke zêde şandiye Şingalê û hêzên han di amadebaşiyê dene û ev yek jî bûye sedema dilgiranî û fikaran li Şingalê.
Qasim Şeşo eşkere kiriye ku sedema wan aloziyan jî eve ku pkk dixwaze dest deynê ser tevahiya Şingalê û ji bilî pkk ti hêzeke din li Şingalê nemîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin