Amerîka çek difiroşe Sidûiyeyê

dibêje Amerîka ji rewşa mafên mirovan li Siûdiyeyê dilgirane.
کوردستان TV
100%

Amerîka li hember rewşa mafên mirovan li Siûdiyeyê dilgirane.

Li gor daxuyaniyeke Koşka Spî, Amerîka ji rewşa mafên mirovan li Siûdiyeyê û helwestên rayedarên vê welatî yên li hember mafên mirovan û azadiyan dilgirane.

Koşka Spî diyar kiriye ku, rixmî wan dilgiraniyan, lê rêkeftinên navbera Siûdiye û Amerîkayê berdewam dibin û Amerîka firotina çek û pêdiviyên leşkerî bi Siûdiyeyê ranawestîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hatiye eşkere kirin ku, Amerîka bi eşkere dilgiraniyên xwe gehandiye aliyên Siûdî, lê rêkeftinên steratejîkî yên leşkerî û ewlekarî yên di navbera her du welatan de berdewam dibin.

Weke tê zanîn sala par Siûdiye û Amerîka rêkeftineke gelek mezin bo firotina çekan bi Siûdiyeyê îmze kiribûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.