Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrişî gundewarên Eyn Îsayê dike, şervanên QSD`ê bersiva êrişan dide. Kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyan hene.
Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrişî gundên Cehbel, Mişêrfê, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 dike.
Nûçegihan ragihand ku şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.
Li gorî agahiyan şer berdewam e û kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyan hene.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin