Heta niha nêzî 90 kesan hatine kuştin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî belav kiriye ku aloziyên li girtîgeha Xiwêran ya li Hesekê berdewamin û heta niha di encama wan aloziyan de nêzî 90 kes hatine kuştin.
Li gor nûçeya navenda çavdêriya mafên mirovan, hevpeymaniya cîhanî jî karwaneke leşkerî bo piştîvanî kirin ji HSDê şandiye deverê û balefirên Amerîkayê jî derdorê girtîgehê bordiman dikin.
Li gor heman jêderê niha çend beşên girtîgehê di destê terorîstên DIŞIê dene û hêzên hevpeymanan û HSDê xwe amade dikin daku girtîgehê bi temamî kontrol bikin.
Ji aliyeke din ve HSDê jî diyar kiriye ku kesên dîl di destê terorîstan de, ne endamên HSDê ne belku xebatkarên metbexê ne.
Hate zanîn ku heta niha 58 terorîst hatine kuştin, 28 endamên HSDê li gel 5 welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dane û çarenivîsa gelek kesan jî nediyare û hijmareke zêde jî ji her du aliyan birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin