Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

franse girîngî dide Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Konsulusê Franseyê li gel rayedarekî PDKê civiya.

Berpirsê têkiliyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Siweylî pêşwaziya Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê kir.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa giştî ya Îraqê û rewşa Kurdistanê kirin û balkêşandine ser pêşhat û bûyerên vê dawiyê yên li deverê de bi taybetî êrîşên terorîstên DIŞIê yên li Îraq û Sûriyeyê.

Her di heman civînê de her du alî nîqaş li ser têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê û çawetiya berfiretir kirin û bihêztir kirina têkiliyên han kirine.

Di civînê de Konsulusê Franseyê balkêşandiye ser girîngiya têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê û ragihandiye ku Franse berdewam dibe li ser hevkarî û piştîvanî kirina Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.