Ev şanda han bo roja dadweriya Îraqê serdana Îraqê kiriye.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Libnanî bi Serokatiya wezîrê dadê yê Libnanê Henry Khoury kir ku, bi mebesta beşdarî kirin di roja dadweriya Îraqê serdana Îraqê kiriye.
Di civînê de giftûgo li ser rewş û karûbarên dadgehan li Kurdistan, Îraq û Libnanê hate kirin û tekez li ser berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera dadgehên Kurdistan, Îraq û Libnanê û fêde wergirtin ji ezmûna hev û du hate kirin.
Her di heman çarçoveyê de tekez li ser girîngiya serxwebûna desthilata dadwerî weke bingeheke sereke ya dewletdariyê hate kirin.
Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Îraq û Libnanê mijarên din yên civînê bûn û şanda mêwan bi awayeke kurt behsa hewldanên hikûmeta welatê xwe ya bo derbas kirina welat ji qirîzên heyî kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serdana şanda Libnanî bo Îraq û Kurdistanê bigirîng wesif kir û hêvî xwest ku hevkarî û hemahengiya navbera her sê aliyan zêdetir bibe.
Serokê herêmê herwiha balkêşande ser rola girîng ya kompanî û karsazên Libnanî li Kurdistanê û qala rewşa penaberan li herêma Kurdistanê de kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin