Şand bi Serokatiya wezîrê dadê serdana Hewlêrê kiriye.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Libnanî bi Serokatiya wezîrê dadê yê vê welatî Henry Khory kir.
Di civînê de bi awayeke giştî giftûgo li ser rewşa deverê û bi taybetî rewşa siyasî ya Îraq û Libnanê hate kirin.
Metirsiyên terorê li Îraq, Sûriyeyê û deverê û rewşa Kurdistanê jî mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin