Erbil 38°C Thursday 19 Jun 20:07

Îran: Em nikarin lihev kirineke demkî qebûl bikin

dibêje welatên Rojavayê dixwazin naveroka danûstandinan biguherînin.
کوردستان TV
100%

Danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayê berdewamin.

Di çarçoveya danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî derbarê bernameya etomî ya Îranê de, Îran gazindan ji welatên Rojavayî dike.

Rayedarên Îranî dibêjin ku welatên Rojavayî hewl didin ku naveroka danûstandinan biguherînin û Îran neçarî îmze kirina lihev kirineke demkî bikin.

Îran dibêje ev bi ti awayî lihev kirineke demkî qebûl nake jiber ku lihev kirina demkî ne rûn û eşkereye û Îran daxwaza rêkeftineke mayinde û eşkere dike.

Îran herwiha diyar kiriye ku lazime di rêkeftinê de erk û berpirsiyartiyên her du aliyan bi zelalî werin eşkere kirin û her du alî jî pêbendî erk û berpirsiyartiyên xwe bin.

Weke tê zanîn heta nih 8 gerên danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayê hatine lidarxistin lê heta niha ti encameke wan nebûye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.