Erbil 38°C Thursday 19 Jun 20:16

Îraqî dest bi boykot kirina Îranê kirin

Îran beriya çend rojan şandina gazê bo Îraqê rawestandibû.
کوردستان TV
100%

Dibêjin bila kes berhemên Îranî nekire.

Li dijî helwesta Îranê ya bo qut kirina gazê li ser Îraqê ku bûye sedema çê bûna kêşeya elektirîkê li naverast û başûrê Îraqê, welatiyên Îraqî kempînek li dijî Îranê ragihandine.

Di kempîna han de yaku li ser medyaya sosiyal hatiye organîzekirin, daxwaz ji welatiyên Îraqî tê kirin daku bi ti awayî berhemên Îranî bikar nehînin û wan boykot bikin.

Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de jiber qerên Îraqê yên ku nedane Îranê, Îran şandina gazê bo Îraqê qut kiribû û ev yek jî bibû sedema qut bûn û nemana elektirîkê li Başûr û Naverasta Îraqê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.