Di encama êrîşên esmanî de hatine kuştin.
Komîteya ragihandinê ya ser bi Serokatiya erkanên hevbeş ya artêşa Îraqê ragihand ku îro balefirên şer yên Îraqê li Bakûrê Bexdayê êrîşeke esmanî bo ser pêgehên terorîstên DIŞIê pêk anîne.
Di encama êrîşa han de herî kêm 6 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Êrîş li navçeya Tabî ya ser bi qezaya Tarimiye li Bakûrê Bexdayê pêk hatiye.
Weke tê zanîn beriya çend rojan DIŞIê li Uzeyimê êrîşî ser artêşa Îraqê kiribû û 11 leşkerên Îraqê kuştibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin