Serokwezîr li Ebû Zebî li gel rayedarên Îmaratê dicive.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîhnişînê Ebû Zebî civiya û piştî civînê jî Serokwzîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 25ê Çiraya paşê ya 2022an li bajarê Ebû Zebiya paytexta Îmaratê, li gel Cîhnişînê Ebû Zebî û Cîgirê Fermandarê bilind yê hêzên çekdar yên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Ziyad civiyan.
Di civînê de me derbarê pêşde birina têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê li gel Îmaratê û prosesa siyasiya Îraqê û pêşhatên deverê giftûgo kir û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina dostatî û hemahengiya navbera herêma Kurdistan û Îmaratê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin