Erbil 38°C Thursday 19 Jun 14:10

Artêşa Îraqê: Ev êrîşeke terorîstiye

di encama êrîşê de du zarok birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşê de du zarok birîndar bûne.

Artêşa Îraqê derbarê êrîşa ku duhê şev bo ser malê Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî hatiye kirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de artêşa Îraqê diyar kiriye ku ev êrîşa han ya terorîstî yaku duhê bişev bo ser mala Serokê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî ya li qezaya Germe ya li parêzgeha Enbarê pêk hatiye, êrîşeke terorîstiye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ev mûşek ji aliyê din yê Dîcleyê ve hatine avêtin û yek ji wan ber mala Helbûsî ketiye û çend mûşekên din jî li cîhên curbicur ketine û ji bilî birîndar bûne du zarokan ti zirarên wan nebûne.

Weke tê zanîn duhê direniya şevê kesên nenas êrîşî ser mala Mihemed Helbûsî kiribûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.