Erbil 38°C Thursday 18 Sep 23:12

Serokomarê Îsraîlê dê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike

ev her du welat sala derbabsûyî têkiliyên xwe normal kiribûn.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog dê di dawiya vê mehê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike.

Reutersê bal kişand ku ew serdan li vê demê rast tê ku hêzên cîhanê hewil didin peymana navokî ya bi Îranê re vejînin û girjiya herêmî jî di asteke gur de ye.

Herzog diyar kir ku ewê cara pêşî serokomarekî Îsraîlê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike û got ew serdaneke dîrokî ye.

Wî da zanîn ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ‘’bingehên siberojeke hevbeş’’ datînin û her du dewlet bo wê siberojê xebatên xwe didomînin.

Li Îsraîlê serokomarî bi piranî erkeke merasîmî ye. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di meha Berfanbarê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kiribû.

Ji dengê Amerkayê hatiye wergirtin

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.