Li Sineyê ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatine girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku roje duşema vê hefteyê hêzên Îtlaata Îranê li Sineyê du jinên çalakvan yên Kurd jiber sedemên nediyar binçav kirine.
Hengawê eşkere kiriye ku ev her du çalakvanên Kurd rojane li girtîgeha taybet bi Îtlaatê di bin lêpirsînên Îtlaatê dene û şev jî bo girtîgeha navendî ya jinan ya li Sineyê tên veguhastin.
Ev her du çalakvanên Kurd navên xwe Soma Şaperî û Mehsa Muhemediye û heta niha nayê zanîn gelo li ser çi û çima hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin