Erbil 38°C Thursday 19 Jun 13:51

Sedir li gel Hadî Amerî dicive

vê nîqaş li ser ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê were kirin.
کوردستان TV
100%

Vê giftûgo li ser ava kirina hikûmeta Îraqê bikin.

Biryare îro Serokê hevpeymaniya Fetih ( basikê siyasî yê heşda şebî) Hadî Amerî serdana Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir bike.

Li gor zaniyariyên berdest, vê Hadî Amerî û Sedir di civînê de giftûgo li ser ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bikin.

Malpera Şefeq News belav kiriye ku vê di civînê de Hadî Amerî daxwaz ji Sedir bike daku rê bide aliyên şîe yên di nava çarçoveya hevahengî de bêyî fraksiyona dewleta qanûnê ya bi Serokatiya Nûrî Malikî beşdarî di hikûmeta nû ya Îraqê de bikin.

Heta niha nehatiye zanîn gelo Sedir ev pêşniyara han qebûl bike anjî red bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.