Di encamp êrîşên hêzên Îran û Tirkiyeyê de bûne qurbanî.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di sala 2021an de di encama êrîşên raste rast yên hêzên çekdar yên Îran û Tirkiyeyê de 215 kolberên Kurd li ser sînorên navbera her sê parçeyên Kurdistanê de bûne qurbanî.
Hengawê belav kiriye ku di sala 2021an de bi giştî 52 kolber di encama wan êrîşan de canê xwe ji dest dane û 163 kolber jî birîndar bûne.
Navendê eşkere kiriye ku 140 wan bûyeran bi êrîşên raste rast pêk hatine 30 ji wan di encama bûyerên xwezayî de weke lehî, aşût û ketin û 3 bûyerên din jî jiber teqîna mînan qewmîne.
Hijmara herî zêde ya kuştiyan li Urmiyeyê û Sine û hijmara herî zêde ya birîndaran jî li parêzgeha Sineyê hatine tomarkirin.
Di nava wan qurbaniyan de 6 zarok jî hene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin