Erbil 38°C Thursday 19 Jun 13:47

Kuwait firînên xwe bo Îraqê rawestand

jiber berdewamiya êrîşan firîn hatine rawestandin.
کوردستان TV
100%

Jiber rewşa elwekariyê firîn hatine rawestandin.

Kompaniya hêlên esmanî ya Kuwaitê yaku bi Kuwait Airways tê nasîn îro şemî li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek derbarê geşt û firînên balefirên Kuwaitî bo Îraqê belav kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku jiber nebûna rewşa ewlekarî ya li balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê û berdewamiya êrîşan bo ser balefirxaneya Bexdayê bi awayeke demkî firînên xwe yên bo Bexdayê bo demeke nediyar rawestandiye.

Weke tê zanîn beriya du rojan komên çekdar dîsa bi mûşek êrîşî ser balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê kiribûn û di encam de zirarên mezin yên madî ber çand balefiran ketibûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.