Serokwezîrê Kanada Trudeau bi Korona ket

vê li mal karûbarên xwe yên rojane bidomîne.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau roja duşemê diyar kir ku testa wî ya vîrusa korona pozîtîf derketiye.

Trudeu da zanîn ku ew xwe baş hîs dike û ewê xebatên xwe ji malê bidomîne.

Ew hefteya borî jiber ku yek ji zarokên wî bi vîrusa korona ketibû, derbazî karantînê bûbû, lê wê çaxê dabû zanîn ku testa wî ya lezgîn negatîf derketiye.

Trudeau got: Vê sibê testa min ya COVID-19 pozîtîf derket. Ez xwe baş hîs dikim û dê vê hefteyê rêzikên saxlemîyê bişopînim û ji malê bixebitim.’’

Trudeau yê 50 salî di Adara 2020’an de piştî xanima wî Sophie bi vîrusa korona ketibû bo du hefteyan ketibû karantînê.

Wezîra Derve ya Melanie Joly jî di nav de di mehên dawî de jimareke wezîrên Kanada bi vîrusa korona ketin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.