Erbil 38°C Thursday 18 Sep 18:36

Konsulusê nû yê Komara Çek dest bikar kir

Çek dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê pêş de bibe.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokwezîr civiya.

Îro sêşem 1ê Sibatê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Komara Çek yê li Hewlêrê Karel Kortánek kir.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Karel Kortánek kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û herwiha hêviy vê yekê jî xwest ku têkiliyên di navbera herêma Kurdistan û Komara Çek de di her warî de werin pêşde birin.

Di civînê de Konsulusê Komara Çek jî spasiya hemahengiya dezgehên têkildar yên hikûmeta herêmê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di her warî de diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.