Di êrîşên esmanî yên balefirên Îraqê de hatine kuştin.
Komîteya çapemeniya ewlekarî ya ser bi nivîsîngeha Serokatiya civata wezîran ya Îraqê ragihand ku îro danê sibê li ser esasê zaniyariyên îstîxbaratî yên ku destê wan ketine, balefirên şer yên Îraqê çar êrîşên cuda cuda yên esmanî bo ser terorîstên DIŞIê li parêzgeha Selahedînê pêk anîne.
Di encama êrîşên han de gelek cîh û pêgehên terorîstan hatine wêrankirin û 10 terorîst jî hatine kuştin.
Komîteya çapemeniyê diyar kiriye ku 4 wan terorîstan li Selahedînê û 6 terorîstên din jî li Nînovayê hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin