Biden: NATO amadeye bersifê bide

dibêje NATO vê berevanî ji Ukraynayê bike.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokê Almanyayê civiyaye.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden piştî ku duhê li gel Serokê Almanyayê Olaf Scholz civiya, behsa qirîza navbera Rûsye û Ukraynayê kir.

Jeo Biden di gotinên xwe de huşdarî daye Rûsye û ragihandiye ku eger Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike, vê demê NATO amadeye ku bi awayeke tund bersifa êrîşên Rûsyeyê bide û berevanî ji Ukraynayê bike.

Ji aliyeke din ve duhê Serokê Franse û Serokê Rûsyeyê civiya bûn û Serokê Rûsyeyê jî rexneyên tund li Amerîka û welatên din yên Rojavayî kiribû û tekez li ser vê yekê kiriye ku Rûsye qebûl nake Ukrayna bibe endamê NATOyê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.