Jiyana 20 miliyon kesan di metirsiyê deye

dibêje lazime bilez hevkariya wan were kirin.
کوردستان TV
100%

Li Efrîqayê di nava 6 mehan de pêdiviya wan bi hevkariyên bilez dibe.

Sendoqa piştîvanî kirina zarokan ya ser bi Netewên Yekgirtî (UNICEF) belav kir ku, jiyana zêdetir ji 20 miliyon kesan li Efrîqayê di bin metirsiyeke mezin û karesateke însanî deye.

UNICEF diyar kiriye ku di 6 mehên pêşiya me de vê zêdetir ji 20 miliyon kesan ku piraniya wan zarok û kesên bi temenên pêdiviya wan bi hevkariyên bilez yên însanî û dabîn kirina av û xwerakê dibe.

UNICEF di daxuyaniya xwe de balkêşandiye ser vê yekê ku jiber alozî û pevçûnên heyî yên li 4 welatên Efrîqî ( Erîtra, Etyûpiya, Keniya, Somal) jiyana zêdetir ji 20 miliyon kesan ketiye metirsiyê û eger di dema xwe de hevkariya wan neyê kirin vê karesatên mezin yên însanî biqewmin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.