Erbil 38°C Thursday 19 Jun 13:51

Bombeyeke vedayî bi leşkerên Îraqî re teqiya

di nava qurbaniyan de kesên medenî jî hene.
کوردستان TV
100%

Leşkerek hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îraqê îro çarşem li navçeya Segar ya li nahiyeya Rotbe ya li parêzgeha Enbarê, bombeyeke vedayî bi karwaneke leşkerî ya artêşa Îraqê re teqiyaye.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, di encama teqînê de leşkerek hatiye kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Di nava birîndaran de hijmareke welatiyên medenî jî hene.

Weke tê zanîn duhê jî li Enbarê bombeyeke din bi karwaneke din ya leşkerî ya Îraqê re teqiya bû û di encam de çend leşkerek hatibûn kuştin û çend leşker jî birîndar bibûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.