Erbil 38°C Thursday 19 Jun 07:41

Parlementoya Îraqê xwe dubare berbijêr kirin pejrand

203 parlementer dengên erê dane dubare kirina prosesa xwe berbijêrkirinê.
کوردستان TV
100%

Îro civiya û bi piraniya dengan ev prose hate pejrandin.

Piştî ku di gera yekem ya yekem civîna parlementoya Îraqê de, Serokkomarê vê wleatî nehat hilbijartin, Serokatiya parlementoyê biryar da daku kesên dilxwaz bo postê Serokkomariyê dîsa xwe berbijêr bikin û hilbijartin bo Serokkomarî dîsa were dubare kirin.

Piştî vê biryara Serokatiya parlementoyê, hin parlementer li dadgeha federalî doz vekirin û dadgehê jî selahiyeta biryarê dabû parlementoyê.

Îro jî parlementoya Îraqê civiya û bi piraniya dengan prosesa han pejrand.

Di civînê de 203 parlementer bi dengê erê li hember 60 dengên na, prosesa dubare xwe berbijêr kirin û hilbijartina Serokkomarî hate pejrandin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.