Erbil 38°C Tuesday 22 Apr 03:44

Xwepîşandanên li Bexdayê destpê kirin

8 komên cuda 8 xwepîşandanên curbicur organîze kirine.
کوردستان TV
100%

Îro li Bexdayê 8 xwepîşandan hatin organîzekirin.

Îro yekşem 27ê Adara 2022an, li Bexdaya paytext 8 komên curbicur bi awayeke cuda 8 xwepîşandan dane destpê kirin.

Ev xwepîşandanên han her yek ji wan li berdem sazî û dezgeheke fermî ya hikûmetê ye û welatiyên xwepîşander, daxwazên xwe pêşkêşî aliyên têkildar dikin.

Xwepîşandanên ku hatine organîzekirin, ji aliyê saziyên medenî û komên curbicur yên civakî ve hatine organîzekirin.

Piraniya wan xwepîşandanan taybetin bi xwendekar û mamosteyên zanîngehan, çekdarên ku ji kar hatine avêtin û nebûna xizmetgozariyan.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.