Dibêje Îraq bûye qurbaniya nakokiyên navbera Amerîka û Îranê.
Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ku niha li Qeterê ye, di daxuyaniyek de ji bo rojnameya Elmonîtro ragihandiye ku Îraqê baca nakokiyên navbera Amerîka û Îranê dide û jiber vê yekê jî rewşa Îraqê wisa aloze.
Fûad Husên herwiha diyar kiirye ku jiber destwerdaniyên Îranê û aloziyên navbera Amerîka û Îranê, Îraqê rastî zirarên gelek mezin hatiye û bûye qada şerê bi wekalet ya siyasî û abûrî ya Îran û Amerîkayê.
Husên diyar kiriye ku êrîşa mûşekî ya Îranê ya 13ê Adarê bo ser Hewlêrê têkildarî danûstandinên navbera welatên Rojavayî û Îranê ya derbarê bernameya etomiya Îranê û rewşa deverê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin