Dibêje eger êrîş berdewam bin emê bêdeng nemînin.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir derbarê êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên li herêma Kurdistanê de peyamek weşandiye.
Sedir di peyama xwe de nivîsandiye: Tirkiyeya cîranê, me bêyî ti hincetek êrîşî ser ax û xelkê bêtawan yê Îraqê dike.
Sedir diyar kiriye ku eger ji xaka Îraqê ve êrîşek bo ser Tirkiyeyê tê kirin vê demê lazime Enqere bi rêya hikûmeta Îraqê vê yekê çareser bike û em qebûl nakin ku Tirkiye êrîşî ser axa me bike û eger êrîş berdewam bin vê em jî bêdeng nemînin.
Ji aliyê xwe ve jî wezareta derve ya Îraqê êrîş û operasiyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li deverê de bi tundî mehkûm kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin