Tevahiya paşmayiyên DIŞIê Îraqî ne

dibêje piraniya wan ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatiye dayîn.
کوردستان TV
100%

Operasiyona Îraqê dijî terorîstên DIŞIê berdewame.

Navenda Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê ragihand ku operasiyona xwesteka pola ya li dijî DIŞIê ketiye merheleya dudiyan û berdewame.

Li gor daxuyaniya vê navendê tevahiya paşmayiyên DIŞIê li Îraqê, welatiyên Îraqî ne, bi taybetî ew kesin ku ji aliyê dadgehê ve bi tawanên curbicur hatine mehkûmkirin lê nehatine girtin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di merheleye yekem ya operasiyonê de gelek cîhên terorîstên DIŞIê hatine wêrankirin û gelek terorîst jî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.