Serokwezîr li gel şandeke Holendî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Holendî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro pêncşem 28ê Nîsana 2022an me pêşwaziya şandeke Holendî bi Serokatiya wezîra dewlet yê bo karûbarê bazirganiya derve, hemahengî û geşe pêdanê Lesha shrinemaihker kir.
Di civînê de ku balyozê Holenda yê li Îraqê Michel Rentenaar têde beşdar bû, wezîra dewlet ya bo karûbarên bazirganiya derve, hemahengî û geşe pêdanê ya Holendayê, silav û rêzên Serokwezîrê Holendayê gehande me û amadebûna welatê xwe jî ya ji bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warê bazirganî, hêlbirîn û pêşde birina kerta çandiniyê diyar kir.
Di civînê de me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Holendayê kir û balkêşande ser bernameya reforman ya kabîneya 9an bi taybetî di warê pir cure kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û binyatnana jêrxaneke bihêz ya abûrî li Kurdistanê de.
Derfetên baştir kirina sîstema bankî li herêma Kurdistanê, piştgîrî kirin ji sermayegozariya biçûk, guhertinên seqa û bandorên vê li ser abûrî û mijara koçberan, çend mijarên din yên civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin