Wezîrê derve yê Îraqê li gel şandeke Holendî civiya.
Êwara îro pêncşem wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel şandeke Holendî civiya û di civînê de her du alî behsa rewşa deverê û têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Îraq û Holendayê de kirin.
Her di heman civînê de wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên diyar kiriye ku Îraq dixwaze bibe xwedan têkiliyên baş û bihêz li gel welatên cîran û tevahiya welatan û Îraq piştîvaniya êrîşên ti welatek bo ser welatên din nake û bo xwe jî bi ti awayî êrîşî ser ti welateke din nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin