Ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine girtin.
Li gor nûçeyeke beşa farsî ya independitê roja pêncşema vê hefteyê hêzeke taybet ya Amerîkayê li nêzî gola Hemrînê operasiyonek li dijî endamên hizbulaha Îraq û hêzên Qudis yên Îranê lidar xistiye.
Di encama operasiyona han de hêza delta ya Amerîkî kariye hijmareke zêde çekdarên hizbulaha Îraqê û hêzên qudis yên Îranê binçav bikin.
Çekdarên girtî ji aliyê hêzên Amerîkî ve bi kopteran bo ciheke nediyar hatine veguhastin.
Gola Hemrînê li parêzgeha Diyalayê ye û jiber ku têde boşatiya ewlekarî heye, bûye navendeke sereke bo liv û tevgerên komên çekdar yên curbicur.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin