Dibêje heta bawerî çê nebe nikarin qirîzên han derbas bikin.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Sebah ya Îraqê re ragihandiye ku çavkaniya tevahiya qirîzên niha yên li welat, nebûna baweriyê di navbera aliyên siyasî deye.
Mistefa Kazimî diyar kiriye ku dikarin bi çê kirina ser ji nû ve ya baweriyê, gelek gavan bavêjin û welat ji qirîzên heyî derbas bikin.
Kazimî eşkere kiriye ku niha tişta herî pêwîst bo Îraqê baweriye û lazime bawerî vegere bo nava Îraq û aliyên siyasî.
Nav hatî ev yek gotiye ku karîne di nava du salên derbasbûyî de hinek rewşa abûriya Îraqê baştir bikin lê ji bo baştir kirina abûriya Îraqê hîn jî lazime gavên zêdetir werin avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin