Dibêje piştî ez mirim bila laşê min neyê veşartin.
Mamosteyeka Kurd xelkê bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê bi navê Soreya Muteherniya ku berbijêra baştirîn Mamosteya aştiya cîhana îslam û herwiha berbijêra baştirîn Mamosteya cîhanê ye, ragihandiye ku laşê xwe pêşkêşî zanist û lêkolînên zanistî kiriye.
Soreya Muteherniya eşkere kiriye ku piştî mirinê naxwaze laşê vê di bin erdê de were veşartin û dixwaze laşê vê pêşkêşî navendên zanistî û nûjdarî were kirin daku bo karûbarên lêkolînên zanistî û nûjdarî were bikaranîn.
Ev Mamosteya han di warê bername danîna dewletî de xwedan doktoraye û bi esil xelkê bajarê Bîcar ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin