Dixwazin bibin endamên NATO.
Rixmî gefên Rûsyeyê, NATO berdewame li ser berfire kirina sînorên xwe û di vê çarçoveyê de piştî ku Ukrayna dixwest bibe endamê NATO, Rûsye êrîşî ser Ukraynayê kir.
Niha şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê jî didome û rixmî vê şerê han û gefên Rûsyeyê, duhê bi fermî Fenland û Swêd jî daxwaznameya xwe ya bo endam bûn di nava NATOyê de, pêşkêş kirin.
Ev di demekê deye ku Tirkiye jî gotibû ku jiber piştîvaniya ev her du welatan bo PKK, YPG û PYD, Tirkiye naxwaze ev welat bibin endamên NATO lê Amerîka, Kanada û Almanya jî huşdarî didin Tirkiyeyê û dibêjin em bawerin ku Tirkiye li ser vê mijarê ti kêşeyek çê neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin