Mezlûm Ebdî: Armanca Tirkiyeyê ji nav birina Kurde

dibêje Tirkiye hewl bo guhertina demografiya vê herêmê û herêmên dagîrkirî dide.
کوردستان TV
100%

Dibêje welatên garantor li dijî operasiyonê ne.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya demokratîk Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe de li gel kanala Hurre ya Erebî ragihandiye ku tevahiya welatên têkildar di pirsa Sûriyeyê de û welatên garantor jî li dijî operasiyona Tirkiyeyê ne.

Mezlûm Ebdî ragihandiye ku heta niha ne YPG û ne jî HSD ti carî êrîşî ser Tirkiyeyê nekirine lê Tirkiye bo ji nav birina hebûna Kurd li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mijara hebûna YPG û HSD bikar tîne û armanca Tirkiyeyê eve ku li Bakûrê Sûriyeyê Kurd nehêle daku koçberên Sûrî vegerîne vê herêmê û liwir pêkhateyeke ser bi Tirkiyeyê ava bike.

Ebdî di beşeke din ji hevpeyvîna xwe de daye zanîn ku li wan herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagîrkirin pêvajoya guhertina demografiyê bi dijwarî tê meşandin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.