Chk: Rojava bi dilgiraniyên me hesiyaye

dibêje welatên Rojavayî dest bi stendina tedbîran li hember Îranê kirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje dilgiraniyên me li hember Îranê bûne sedema hişiyar bûna Rojavayê.

Civata hevkariya kendavê daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye ku, ev weke civata hevkariya kendavê ev çend sale derbarê metirsiyên Îranê de huşdarî didin lê welatên Rojavayî heta beriya şerê Ukraynayê ev huşdariyên han bi cidî wer nedigirt.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, chk çend sale li hember destwerdariyên Îranê li welatên derdor dilgiran bû û huşdariyên pêwîst jî dida lê welatên Rojavayê ev yek bi cidî wer nedegirtin lê şerê Ukraynayê û bikar anîna dronên Îranî ji aliyê Rûsyeyê ve di vê şerê de bûne sedem ku, welatên Rojavayî bi dilgiraniyên me bihesin û dest bi stendina tedbîrên pêwîst li hember Îranê bikin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.