10 welatiyên Kurd hatin girtin

îtlaat û hêzên rejîmê êrîşî ser kesûkarên wan jî kirine.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Sineyê ji aliyê rejîma Îranê hatine girtin.

Li gel dubare destpê kirina xwepîşandanên dijî rejîma Îranê, pêleke din ya girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî dîsa destpê kiriye.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, duhê hêzên îtlaata rejîma Îranê li bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, operasiyoneke berfire li dijî welatiyên Kurd lidar xistine.

Hengawê diyar kiriye ku, di encama vê operasiyona han de herî kêm 10 welatiyên Kurd ku, piraniya wan çalakvanên ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Hengawê herwiha eşkere kiriye ku, kesûkarên wan girtiyan li berdem navenda îtlaata Sineyê kom bûne û daxwaza azad kirina girtiyên xwe kirine lê hêzên leşkerî û îtlaata Îranê êrîşî ser wan jî kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.