Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke ya ciwanên siyasî û kongrêsa ciwanên Kurdistanê kir.
Di civînê de Serokê ciwanên siyasî yên cîhanê Michael Dost behsa kar û çalakiyên saziya xwe kir û ragihand ku, saziya wan dixwaze têkilî û dostatiya xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike û tekez li ser piştîvaniya saziya han ji doza gelê Kurdistanê kir.
Nav hatî rêzdariya xwe bo qurbanîdana gelê Kurdistanê û qehremaniya hêzên pêşmerge diyar kir û ecîbmayî bûna xwe ya li hember bihêzbûna çanda bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê anî ziman.
Serok Barzanî jî di berdewamiya civînê de rixmî bixêr hatina kirina şanda mêwan, bi awayeke kurt behsa xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê bo gehêştin bi azadî û mafên xwe kir.
Ev şanda mêwan ji nunerên ciwanên pênc welatên cîhanê pêk hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin